Li herêmê xwedîkirina gamêşan

Naxira gamêşan a ku ji bo avdanê ji çiyê dadikeve balê dikşîne

Li herêmê xwedîkirina gamêşan

Li herêma Bilîsê xwedîkirina gamêşan gelekî berbelav e. Lewra qatix û goştê wan gelekî tê ecibandin. Piştî çêrandina li zozanan, naxira gamêşan a ku ji bo avdanê ji çiyê dadikeve, bi toz û tebaxa li dû xwe gelekî balê dikişîne..

Li herêma Bilîsê, heywandariya li ser gamêşan, gelek berbelav e.

Lewra erdîngarî, yanê deşt û zozan û îqlima herêmê ji bo vî karî gelek musaît e.

Li gorî agahiyan li herêmê 650 heywandar bi qasî 11 hezar gamêşan xwedî dikin.

Heywandariya li ser gamêşan him li ser aboriya welêt him jî li ser aboriya bajêr tesîreke gelek baş çêdike.

Li Bilîs û derdorê, hilberîna qatix û goştê gamêşan jî gelek berbelav e.

Lewra xelkê herêmê him ji ber tamê him jî ji bo tenduristiyê gelekî dixwe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE