Bi hatina biharê hewa germ bû û kulîlk û çîçek vebûn. Bajarên herêmê jî bi kulîlkên rengîn xemilîn. Bi hatina biharê re xweza şîn bû û her der bi kulîlkan xemilî.
Geliyê Kotoma ku di navbera Xîzan û Tetwana Bilîsê de ye wekî ku bi kulîlkan bûkanî li xwe kiriye rengorengo bûye.
wênekêşan berê xwe dan geliyê û bi dron û makîneyên xwe ev dîmenên xweşik qeyd kirin.
Li Qulpa Îdirê jî sporvanên çiyager bi piranî tên navçeyê û li ser çiyayê Tekeltiyê sporê dikin.
Bi germbûna hewayê re Çiyayê Tekeltiyê bi kulîlkên ji hev xweşiktir xemilî.
Bi vekirina kulîlkên rengîn dîmenên xweşik û delal derketin holê.