Li Herêmê xweşikiya xwezayê

Bi hatina biharê re kulîlk vebûn û her der xemilî.

Li Herêmê xweşikiya xwezayê

Bi hatina biharê hewa germ bû û kulîlk û çîçek vebûn. Bajarên herêmê jî bi kulîlkên rengîn xemilîn.Bi biharê dîmenên ji hev xweşiktir derketin holê...

Bi hatina biharê re xweza şîn bû û her der bi kulîlkan xemilî.

Geliyê Kotoma ku di navbera Xîzan û Tatvana Bitlisê de ye wekî ku bi kulîlkan bûkanî li xwe kiriye rengorengo bûye.

wênekêşan berê xwe dan geliyê û bi dron û makîneyên xwe ev dîmenên xweşik qeyd kirin.

Li Kulpa Igdirê jî sporvanên çiyager bi piranî tên navçeyê û li ser çiyayê Tekeltiyê sporê dikin.

Bi germbûna hewayê re Çiyayê Tekeltiyê bi kulîlkên ji hev xweşiktir xemilî.

Bi vekirina kulîlkên rengîn dîmenên xweşik û delal derketin holê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE