Li herêma Başûrê Rojhilat germahî bandoreke xirab li ser jiyanê dike

Li gor agahiya Midûriya Herêma 15emîn a Meteorolojiyê, bi hatina havînê ra germahiya hewayê li herêmê gelemperî dora 40 pileyî da ye, di meha tîrmehê da jî qasî 4-5 pile zêde bû.

Li herêma Başûrê Rojhilat germahî bandoreke xirab li ser jiyanê dike

Li Diyarbekir, Mêrdîn û Şirnexê germahiya hewayê dem demî derdikeve 40 pileyî û tesîreke nebaş li ser jiyanê dike.

Li gor agahiya Midûriya Herêma 15emîn a Meteorolojiyê, bi hatina havînê ra germahiya hewayê li herêmê gelemperî dora 40 pileyî da ye, di meha tîrmehê da jî qasî 4-5 pile zêde bû.

Di 19ê tîrmehê da li herêmê germahiya hewayê pir zêde bû, li Cizîra navçeya Şirnexê 44,5 pile, li Silopiyê 44,5 pile, li Nisêbîna navçeya Mêrdînê 43,2 pile, li Qiziltepeyê jî 43,4 pile hat pîvan.

Tê texmînkirin heta 31ê tîrmehê germahiya hewayê wê li Diyarbekir û Batmanê 36-41 pile, li Cizîrê 41-46 pile, li Silopiyê 41-44 pile, li Qiziltepeyê 40-44 pile be.

Kesên ji germê aciz dibin klîmayan vedikin, diçin cihên sî disekinin. Germahî herî zêde tesîrê li ser xebatkaran dike.

Welatî di navbera saet 11.00 û 16.00î da dernakevin derva, li hin bajar û navçeyan kolan û kuçe vala dimînin.

Turîstên herêmî û biyanî ji bo gerê benda êvarê dimînin, zarok jî xwe davêjin hewzên li nav bajêr.

Mêrdîn

Germahî zorê dide karkerên demsalî ku li navçeya Qiziltepeyê karkerên diçin baxçe û zeviyên pembûyê di bin tavê da bi zehmetî dixebitin.

Karker her tim avê vedixwin ku tîbûna wan bişkê.

Heywandar jî bi sîberan va heywanên xwe ji germê diparêzin.

Alî Bozanê karê çandiniyê dike got ew sibê heta êvarê dixebitin û wiha axivî: "Li Qiziltepeyê em di bin germahiyeke 45 pileyî da dixebitin. Em gîha berhev dikin û ji ber germê pir zehmetiyê dikşînin."

Derya Yardima ku di zeviyê da dixebite jî diyar kir ku ew di bin tîrêjên tavê da dixebitin, ew debara xwe dike û keça xwe dide ber xwendinê û wiha got, "Carinan germahî derdikeve 50 pileyî. Êdî hişê me disekine."

Gokçe Aydinê jî got ku ew 6 xwîşk û bira ne û di betlaneya havînê da ew tevî diya xwe li zeviyê dixebitin.

Aydinê bal kişand ku gava ew li zeviyê dixebitin, hin kes ji ber germê ji xwe va diçin.

Şirnex

Li navçeyên Şirnexê Sîlopî û Cizîrê ji ber pileyên pir bilind ên germê kuçe û kolan vala man. Beşeke esnaf danê nîvro kepengên xwe digirin û navberê didin.

Wesayîtên avdanê yên Şaredariya Cizîrê di navbera saet 16.00 û 23.00yan da kolanên sereke avreşandî dikin.

Cizîriyên ku bi roj ji malê dernakevin, ber êvarê berê xwe didin parq û baxçeyên li rexê Çemê Feratê û hewl didin ku xwe hinekî hênik bikin.

Li Sîlopiyê Mustafa Buluşê esnaf diyar kir ku mişterî ber êvarê tên kargeha wî û ji ber germahiya zêde ji bo wan pirsgirêk derdikevin.

Şêniyê bajarê Cizîrê Îhsan Udal jî diyar kir ku însan ji ber germê nikarin ji mal derkevin û esnaf jî di navbera 12.00 û 17.00an da li malên xwe an jî li kargehên xwe bêhna xwe didin.

Ji pisporan hişyariya germê

Serokê Şaxa Makezanista Kardiyolojiyê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Nizamettin Toprak diyar kir ku hewaya germ nexasim ji bo nexweşên dil problem e.

Toprak ragihand ku germahiya laşê mirov dora 36,5 pîleyî da ye û germahiya zêde dibe sedema xwêdan û reh firebûnê û wiha domand: "Xwîn mîna radyatorê wezîfeya sarkirinê jî dike. Dema germahî zêde be û mirov jî bo parastina xwe bi baldar nebin mekanîzmaya parastina bedena mirov têk diçe. Di dema têkçûnê da dibe ku xesarên gelek mezin jî çêbibin û mirov bimire jî. Kal û pîr, nexweşên bi wan ra hîper tansiyon heye û yên ji ber tansiyonê dermanê mîzê bi rihetî bikin, bi kar tînin divê di germahiyan da bi baldar bin."

Toprak diyar kir ku di hewaya germ da divê heya ji dest mirov tê divê mirov karê giran neke û barê li ser dil zêde neke û wiha pê da çû: "Dil lazim e bi lezûbez xwînê li laş belav bike. Ev jî ji bo dil dibe barekî giran. Dema reheke nexweş xitimîbe û dilê wî pak nebe nikare bi rihetî bêhnê bide û bistîne û ev jî dibe sedema qeyrana dil."

Ji ber zêdehiya germahiyê Toprak bi bîr xist ku di demên wiha da tav jî zêde li mirov dixe û wiha dewam kir: "Di germahiya 42-44 pileyî da nava rojê dibe tav li mirov bixe û di demeke wisa da divê kesê tav lê xistiye bê hênikkirin. Di hewayên germ da têr av bê vexwarin, sekna li bin tavê zêde nebe û cil û bergên rengvekirî bê lixwekirin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE