Li Herêma Kurdistana Iraqê, veberhênanên fîrmeyên tirkiyeyê berdewam in. li hewlêrê kargeheke nû ya xurekên organîk hat vekirin. di vekirina kargehê de gelek rayedarên herêmî hazir hebûn.
Fîrmeyên Tirkiyeyê li herêma Kurdistana Iraqê veberhênanên xwe didomînin.
Li Hewlêrê kargeheke din a xurekên organîk hat vekirin.
Di kargehê de tevî zebze û fêkiyan, gelek Xurekên cuda Yên organîk hene.
Fîrme plan dike di nav salekê de 5 şaxên din jî veke.
Li herêmê gelek fîrmeyên Tirkiyeyê hene.
Serkonsulosê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Hakan Karaçay: Vekirina vê kargehê gelek girîng e. Ji ber ku wê berhemên Tirkiyeyê lê werin firotin. Em ji bo fîrmeya xwe serkeftinê dixwazin.
Rayedarên herêmê bangî hemû sermayedaran dikin ku li herêmê dikanan vekin.