Li hewşa dibistanê sêvan berhev dikin…Dixin nav kaseyan, dişon û bi hev re dixwin...
Li Dibistana Ertugrul Gaziyê ya Xelata Bilîsê çend sal berê darên sêvan hatibûn danîn. Ew dar mezin bûn û sêv girtin.
Xwendekarên dibistanê niha ji wan daran sêvên organik dixwin.
Xwendekar di tenefûsan de sêvan berhev dikin, dixin nav kaseyan, dibin dişon û bi hev re dixwin.
Li hewşa dibistanê di çarçoveya dersan de fêkî û sebzeyên din jî tên gihandin.