Li hewşa mala xwe dest pê kir, niha bû xwedî çewlig

Mehmet Yuluyê 72 salî, salane 5-6 hezar qazan xwedî dike…

Li hewşa mala xwe dest pê kir, niha bû xwedî çewlig

Mehmet Yulu 3 sal berê li hewşa mala xwe bi 40 qazan dest bi xwedîkirana wan kir. Paşê lê nihêrt ku karekî baş e û hejmara qazan zêde kir, cihê xwe fireh kir. Niha salê 5-6 hezar qaz çêdibin.

Li herêma Serhedê goştê qazan ji tehmên sereke ye û her wiha di demên dawî de debareke mezin e.

Cotkarê Îdirî Mehmet Yuluyê 72 salî cotkar bû, di ber re li hewşa mala xwe dest bi xwedîkirina qazan kir.

40 qazên wî yên qupik, bûn 230 heb û niha sed qazên wî yên nêr hene. Ev jî dike ku salane hejmareke mezin qaz çêbibin.

Tevî mal û malbatê qazên li çewligê bi hev re xwedî dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE