Li hewşa xwe pêşangeha keviran vekir

Yavuz Koç 25 sal e ji behr, deşt û çiyayan keviran kom dike.

Li hewşa xwe pêşangeha keviran vekir

Yavuz Koç ji xelkê Muşê ye, ev 25 sal in li cih û warên ku geriyaye keviran kom dike. Koç niha li hewşa mala xwe ji wan keviran pêşangehek vekiriye. Koç dibêje di pêşangeha min de ji her bajarî kevir hene.

Yavuz Koç li Muşê dijî û ji keviran gelek hez dike.

Ev 25 sal in ji deşt û newalan, ji çiya û ber çeman keviran kom dike.

Koç ji van keviran li hewşa mala xwe pêşangehek vekiriye û dibêje li virê ji çar aliyên welêt kevir hene.

Yavuz Koç dibêje li ser hin keviran şiklên fosîlan jî hene û kesên dixwazin karin biçin serdana pêşaneya keviran.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE