Şaredariya Midyatê ji bo heywanên bêxwedî “Projeya Mistek xwarin û hezkirin” da destpêkirin. Di çarçoveya projeyê de personelên şaredariyê ji bo kuçik, pisîk û çivîkan xwarin danîn xwezayê.
Personelên Şaredariya Midyatê ji bo heywanên bêxwedî bi navê “Mistek Xwarin û Hezkirin” projeyek da destpêkirin.
Xebatkarên şaredariyê ji bo ku li kuçik, pisîk û çîvikan xwedî derkevin, xwarin amade kirin.
Ekîbên şaredariyê li navçeyê cihên ku heywanên bêxwedî lê hene tespît kirin û xwarin belav kirin.
Personelan bi destên xwe xwarin dan kuçik û pisikên bêxwedî. Her wiha çîvikên bêxwedî jî ji bîr nekirin.
Projeyên wisa yên Şaredariya Midyatê wê dewam bikin.