Li heywanên bêxwedî dinêre

Di mala xwe de 8 kûçikan xwedî dike

Li heywanên bêxwedî dinêre

Em ê niha jî berê xwe bidin Silopiya Şirnexê. Li navçeyê kesekî xwedanê xêrê, heywanên bêxwedî derman dike û di mala xwe de distirîne. Ew, bı vî awayî li 8 kûçikan dinêre.

Li Silopiya Şirnexê, mirovekî heywanparêz heye…

Cemalettin Avcı li kolan û taxên navçeyê heywanên bêxwedî bi taybetî jî kûçikan dibe weterîner û wan derman dike.

Niha li mala wî 8 kûçikên bêxwedî hene. Avcı ji bo wan bi kerpîçê stargehek çêkiriye.

Welatiyê xwedanê xêrê dibêje, divê hemû kes heywanên bêxwedî biparêzin.

Dîroka nûkirinê: 04 Mijdar 2018, 18:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE