Li Hizanê çandina birincê ya bi zibareyê

Gundî wekî berê bi hev re rizê diçînin û li hev par dikin

Li Hizanê çandina birincê ya bi zibareyê

Li Korsunca gundê Hizana Bitlisê welatî hêj jî wekî ber bi zibareyê ji xwe re rizê an jî birincê diçînin. Piştî gêre û hêrandinê jî li hev parve dikin. Gundî dibêjin; ew ji ber zehmetiya çandina birincê wisa dikin û her kes wekî hev parekê distîne.

Ewilî qeselê rizê li zeviyan didirûn, paşê li bêderê gêre dikin, herî dawî jî di aşê avê de dihêrin.

Ev dîmen ji Korsunca gundê Xizana navçeya Bilîsê ne.

Welatî her sal bi usûlên berê bi hev re li zeviyan birinc an jî rizê diçînin û gava hişk dibe jî bi hev re didirûn.

Korsunî dibêjin karê çandin û hildana birincê gelek zehmet e.

Ji ber vê jî bi zibareyê çandiniyê dikin û piştî bidawîbûna xebatan jî li hev parve dikin.

Welatiyên gund dibêjin li deverê her sal nêzî 500 donim riz tê çandin û hemû jî bi usûlên berê tên kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE