Li Hizanê kevneşopiya xaniyên berê dewam dike

Gundî hêj jî zêdetir di xaniyên kevin de dijîn...

Li Hizanê kevneşopiya xaniyên berê dewam dike

Wekî gelek gundên herêmê li gundên xîzana navçeya Bedlîsê jî welatî di xaniyên kevin der dijîn. Hin ji van xaniyan bi kerpîçan in hin jî bi keviran hatine çêkirin. Welatî dibêjin ku ev xanî ji yên din germtir û xweştir in.

Ev der Gundê Kûçê yê Hîzana Bedlîsê ye.

Wekî gelek gundên herêmê li Gundê Kûçê jî welatî di xaniyên berê de dijîn.

Ev yek jî gelek eleqeya wênekêşan dikişîne.

Wênekêş yek bi yek li gundên Xîzanê digerin û wêneyên gelek xweş dikişînin.

Wênekêş dibêjin li Hîzan û Bedlîsê dîmenên xwezayî gelek in.

Muxtarê Kûçê İsa Aydoğdu jî dibêje xaniyên berê ji yên nû baştir in.

Wekî gelek deverên Tirkiyeyê hê jî li herêmê xaniyên gundan bi kerpîç û keviran tên çêkirin.

Dîroka nûkirinê: 23 Mijdar 2018, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE