Li Kahtayê dema dirûna zadan e

Hin cotkar di roja ewil a cejnê de ji bo rakirina beran çûn ser erdên xwe

Li Kahtayê dema dirûna zadan e

Li Kolika Semsûrê dema berhevkirina zadan hat. Cotkarên navçeyê li gorî tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê çûn ser erdên xwe. Serokê Odeya Ziraetê ya Navçeyê Rüştü Turanlı çû serdana cotkaran. Him eyda wan pîroz kir, him jî maske dan wan.

Li hemû bajarên Tirkiyê ji ber vîrûsa koronayê 4 rojan qedexeya derketina derve hate îlankirin.

Li gorî qedexeyê divê di her çar rojên eydê de jî tu kes dernekeve derve.

Lê belê cotkarên li hemû bajarên Tirkiyê, ne di çarçoveya qedexeyê de ne.

Li Kolika navçeya Semsûrê jî hin cotkar di roja ewil a cejnê de jo bo rakirina zadên xwe çûn ser erdan.

Serokê Odeya Ziraetê ya navçeyê Rüştü Turanlı çû serdana cotkaran. Him cejna wan pîroz kir, him jî ji bo parastina ji vîrûsê maske dan wan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE