Li Karlıovayê kelecana biharê

Li navçeya ku gelekî bilind e êdî berf dihele...

Li Karlıovayê kelecana biharê

Li navçeya ku gelekî bilind e êdî berf dihele. Li navçeyê zarokan bi berfa dawî kêf kir û xwe şemitandin

Bi hatina biharê re navçeya Karlıovaya Bingölê ku hezar û 940 metre bılınd e berf hêdî hêdî dıhele. Helîna berfê herî zêde kêfa zarok û heywandaran anî.

Bihar hat Karlıovaya ku 3 mehan dibin berfê de dimîne.

Bi biharê re hêdî hêdî berfa li navçeya bilind dihele.

Berfa dawî ya li navçeyê bi kamyonan derdixin derveyê bajêr. Hatina biharê ji bo zarokan bû kêfxweşî.

‘’Hewa sar bû, êdî hewa xweş bûye. Roj derket, em jî xwe dişemitînin.’’

Berfa dawî ya demsalê li navçeyê ji bo zarokan bû pîsta lîstikê.

Li Karlıovayê hatina biharê kêfa heywandaran jî anî.

Heywandaran jî bi hatina biharê re heywanên xwe derxistin zozanan û çêrandin..

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE