Li Karliovayê xebata ekîbên berfê didome

Li Karliovaya Bîngolê di demsala biharê da jî xebata ekîbên berfê didome

Li Karliovayê xebata ekîbên berfê didome

Li navçeya Bîngolê Karliovayê ya raqim 1940 di demsala biharê da jî xebata ekîbên berfê didome.

Li navçeya ku berfê navê xwe dayê, di meha adarê da berfa bi qasî 2 metreyî stûr li ser jiyanê dibe sedema zehmetî û tengasiyan.

Li navçeya biberf ekîb bênavber dixebitin ku rê vekirî bimînin.

Ekîban li Taxa Kanîtextê rêya girtî vekir, li devera ku stûriya berfê 2 metre hat pîvan, xebateke zehmet meşand.

Li gorî agahiya ku ji Rêveberiya Taybet a Parêzegehê hat sitandin, li Karliovayê ji ber berfê rêya 3 mezreyan girtî ye.

Operatorê makîneya kar Sedrettin Kalkan ê beşdarî xebatên berfê bû, diyar kir ku tekoşîna wan a berfê di demsala biharê da jî didome.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE