Li Qarlîovaya navçeya Bîngolê ji ber ku berf zêde barî xaniyên yekqadî di nav berfê da man, rêya gundan hat girtin.
Li Qarlîovayê sê roj e bê navber berf dibare û welatî ji ber barîna berfê tengasiyê dikişînin.
Li hin ciyên navçeyê qalindahiya berfê digihêje mêtro û nîvekî û xaniyên yekqatî di binê berfê da man.
Rêya 30 gundên navçeyê ji berfê hat girtin.
Li rêbejaya Bîngol-Erziromê jî çûyîn û hatin bi kontrol dewam dike.
Ekîb ji bo vekirina rêya gundan bênavber dixebitin.
AA