Li Sariqamîşa navçeya Qersê berhevkirina çîlekên çolê yên ku li ciyên 2 hezar û 700 mêtro bilind çêdibin dest pê kir.
Welatiyên derdikevin daristanên li Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê û herêmên Suluyê û Çemê Karanlikê çîlekên çolê kom dikin.
Çîlekên çolê her sal di dawiya meha Tîrmehê da çêdibin û welatî ji bona jê reçalê çêkin berhev dikin.
Aykut Karahanê ji bona betlaneyê hatiye Sariqamîşê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir Sariqamîş di nava daristanê da ye û wiha got, "Em jî hatine çîlekên çolê kom bikin. Tehma wan zehf xweş e û hema tebiî çêdibin. "
Hasan Cellat jî destnîşan kir ku eleqeyeke mezin ji bona van çîlekan heye.
AA