Li Sariqamîşa navçeya Karsê di şerê navbera du malbatan ku tê gotin ji ber "qîz revandinê" derketiye da 19 kes birîndar bûn.
Li gundê Altinbulaka ser navçeyê ji ber qîz revandinê du malbat bi hev ketin. Di şerê bi dar û bêr dawşandin hev da 2 jê giran 19 kes birîndar bûn.
Kesên birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Xorasanê û Nexweşxaneya Bajêr a Erziromê.
Cendermeyan li ser rêya diçe gund tevdîrên ewlehiyê hilda.AA