Li Sariqamîşa navçeya Qersê hirçekî boz ê ku li rûyê dinyayê bi tenê ji herçar cisnê wan koç dikin nava rojê hat ser sifreya welatiyên ku li Baxçeyê Gel raxistibûn.
Welatiyên ku li Baxçeyê Gel ê li Taxa Înonuya ser navenda navçeyê bû ji xwe ra sifre raxistibûn dema hirçê boz dîtin ji cihê lê bûn dûr ketin.
Hirçê boz jî meşiya û hat ser sifreya ku welatiyan ji bo xwe raxistibû û tiştên ku dilê wî xwest xwar. Sifreyên welatiyan kontrol kir, li tiştên wan deran bûn mêze kir.
Welatiyan xeber dan polêsan û ekîbên eleqedar û hirçê boz ji dengê ku wan derxist aciz bû û berê xwe da nav daristanê û çû.
Ji welatiyan Hasan Kurt daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku êdî nava rojê jî hirç derdikevin û wiha pê da çû: "Em bi hevalan ra rûdiniştin, hirçê boz ji cem me derbas bû, me gazî kir felî li me nihêrt. Paşê me ji malbatên li vê derê ra got ku hirç tê û wan jî zarokên xwe hildan û dûr ketin. Paşê hirçê boz hat ser sifreya wan û zikê xwe têr kir."AA