Li herêmê baran zêde dibare. Li Karsê lehî rabû, gelek sera û erazî di bin avê de man. Li Igdirê jî barana guj 4 saetan dewam kir. Avê bi ser kolanan de girt. Depoya şaredariya Tuzlucayê hilşiya.
Li herêmê barana guj tesîreke neyînî dike.
Li Karsê ji ber barana zêde lehî rabû.
Riya Kagizmanê hat girtin.
Makîneyên kar ketin dewrê, rê vekirin.
Gelek zevî jî di bin avê de man, eraziyê çandî zirar dît.
Li Igdirê 4 saet bê navber barana guj barî.
Avê bi ser kuçe û kolanan de girt.
Ji ber barana zêde depoya şaredariya Tuzlucayê hilşiya.
Ya baş ew bû ku di wan saetan de kes li depoyê nebû.
Ji ber baranê li ser riya Igdirê û Karsê ajokaran bi zehmetî wesaîdên xwe ajotin.