Li Karsê pez berdan çêre

Li bajarê Karsê ku yek ji ciyên herî bilind ên Türkiyeyê ye, piştî ku dinya germ bû heywandaran pezê xwe berda çêre.

Li Karsê pez berdan çêre

Li bajarê Karsê ku yek ji ciyên herî bilind ên Türkiyeyê ye, piştî ku dinya germ bû heywandaran pezê xwe berda çêre.

Li navçeya Sarıkamışê piştî zivistana ku dijwar derbas bû, bi hatina biharê ra li zozanan kulîlkên reng bi reng vekirin.

Her wiha bi helîna berfê ra xulexul ket çemên Geliyê Keklîkê û heywandaran jî pezê xwe berda çêre.

Şêniyê gundê Bozatê heywandar Selami Şenol diyar kir ku îsal zivistanê dirêj kir û dijwar derbas bû.

Şenol got ku heywan bo demeke dirêj di hundir da man û wiha dewam kir, "Li gorî par, îsal pez hinekî dereng derket çêre. Berf zehf barî û sermayê pir dirêj kir. Me niha pez berdaye çêre, lê çêre zêde hêşîn nebûye. Em dîsa jî îdare dikin."

Li navçeya Kağızmanê jî darên qeysiyan ên bişkivî dîmenên rengîn derxistin holê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE