Li Kopa Mûşê, jin bi saya kursên navenda perwerdeya gel hînî dirûn û nexşê dibin. Jinên ku li vir perwerde dibin, di heman demê de bi berhemên xwe piştgiriyê didin îdare û debara malbata xwe jî.
Navenda Perwerdeya Gel a Kopa Mûşê ji bo jinan li ser hev kursan vedike.
Jinên Kopa Mûşê niha jî di kursan de hînî dirûn û nexşê dibin.
Bi saya van kursan him hînî meslekekî dibin him jî debara xwe dikin.
Koordînatora Navendê dibêje: “Jinên û keçên ku tên virê, bi keda destê xwe alîkariya malbata xwe dikin û li vir zemanê xwe derbas dikin.”