Li Kurtalanê veberhênaneke nû çêbû

Cotkarekî bi desteka dewletê ji bo avdanê sîstema enerjiya tavê çêkir.

Li Kurtalanê veberhênaneke nû çêbû

Nûredîn Polat cotkar e. Wî li gundê Hekemıya Misirca Sêrtê bi piştgiriya dewletê li ser erdê xwe sîstema enerjiya tavê çêkir. Cotkar niha 440 donim erdê xwe bi ceyrana sîstemê av dide...

Cotkar bi piştgiriya dewletê êdî zêdetir hilberînên nû dikin.

Yek ji wan jî li gundê Hekemiya Misirca Sêrtê ye.

Nûredîn Polat beriya 3 salan serî li dewletê da û xwest li ser erdê xwe ji bo avdana zad sîstema enerjiya tavê çêke.

Dewletê ji sedî 50 hîbe da cotkar. Wî jî li ser erdê xwe sîstema enerjiya rojê ava kir.

Polat dibêje ku sîstema enerjiya tavê gelekî baş e.

Ew niha 440 donim erdê xwe yê çandî bi vê sîstemê av dide û dixwaze cotkarên din jî ji xwe re heman sîstemê çêkin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE