Li Malatyayê 2. Mihrîcana kulîlkên mişmişan 

Mihrîcana li Malatyayê îsal rastî bişkokên mişmişan hat 

Li Malatyayê 2. Mihrîcana kulîlkên mişmişan 

Li Meletiyê 2yemîn mihrîcana vedana kulîlkên mişmişan dest pê kir. mihrîcana îsal ji ber sermayê rastî bişkokên mişmişan hat. di mihrîcana seranserê 3 rojan de wê çalakiyên cuda bên lidarxistin. 

Li Meletiyê, par yekemîn Mihrîcana Kulîlkên Mişmişan hatibû lidarxistin. 

Îsal jî Adar hat û diviyabû ku di vê mehê de mişmişan kulîlk veda. 

Lê belê darên mişmişan hêj di bişkokan de ne. 

Ji ber vê jî mihrîcana îsal ji ber sermayê rastî bişkokên mişmişan hat. 

Mihrîcana Kulîlkan wê seranserê 3 rojan dewam bike. 

Di mihrîcanê de wê çalakiyên curbicur bên lidarxistin. 

Meletî bi mişmişên xwe salê nêzî 348 milyon lîreyî tevkariyê dide aboriya welêt. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE