Ji ber zêdebûna bihayê sebze û fêkiyan welatî gilîdar in. Zabiteyên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê him li marketan him jî li halan kontrolên xwe zêde kirin.
Zabite çûn market û halan…
Bihayên sebze û fêkiyan yek bi yek kontrol kirin.
Zabiteyên şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji ber zêdebûna bihayê fêkî û sebzeyan kontrolên xwe zêde kirin.
Ji bo ku zanibin ka esnaf malên xwe biha difiroşin an na zabite li fatûreyan nêrîn û fiyet yek bi yek kontrol kirin.
Wezîfedarên Şaredariyê dibêjin ew ê kontrolên xwe li navçeyên din jî bidomînin.