Li Mardînê, fuara xwarinê dest pê kir

Tam û xwarinên 81 bajaran li hêviya xelkê ne...

Li Mardînê, fuara xwarinê dest pê kir

Li Mardînê, fuara xwarinê dest pê kir. Di fuarê de xwarinên ji hev xweşiktir ên 81 bajaran li hêviya xelkê ne. Fuar dê heta 4ê kanûnê vekirî be.

Kebaba caxê ya Erzurumê, pastirma û sicûqê Kayseriyê, pîşmaniyeya Îzmîrê, mişmişa Malatiyê…

Ew hemû berhêmên ji hev xweşiktir di fuara xwarinê ya Mardînê de li hêviya xelkê ne.

Walîtî û Şaredariya Mardînê ev fuar ji bo di navbera bajarên rojava û rojhilat de biratî xurt bibe organîze kir.

Di fuara li Parka Şehîdên 15ê Tîrmehê de li ser 93 standan berhêmên ji hev xweşiktir tên pêşandin.

Fuar wê heta 4ê kanûnê ji 10ê sibê heta 10ê şevê vekiribe.

Dîroka nûkirinê: 28 Mijdar 2018, 16:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE