Li Meletiyê 9. Pêşbaziya berxikên herî delal û xweşik hat lidarxistin. Xwediyê berxikan ew wek bûkan xemilandibûn. Di pêşbaziyê de, ji bo xwediyên berxikên ku herî xweşik hatine xemilandin, xelat hatin dayîn.
Li Meletiyê, berxikên ji hev xweşiktir û delaltir wek bûkan hatin xemilandin.
Berxik, ji bo 9. Pêşbaziya berxikên herî delal hatin hazirkirin. Pêşbazî bi hevkariya Midûriyeta Heywandariyê û Yekîtiya Xwedîkirina Heywanan hat lidarxistin.
Di pêşbaziyê 30 berxik hebûn. Xwediyên wan jî di kelecanê de bûn.
Di encama pêşbaziyê de, xwediyên berxikên herî delal û xemilandî bi zêran hatin xelatkirin.