Li menderesên li platoyên volkanîk ên Agiriyê bedewiya payîzê

"Li ciyên rast û pehn ên nêzîkî golê ji ber ku serbejêrbûn kêm dibe, çem li van deran menderesan xêz dikin û her wiha ji hêla coxrafî û dîtbarî dîmenên pir xweşik derdixin holê"

Li menderesên li platoyên volkanîk ên Agiriyê bedewiya payîzê

 Li Taşliçaya navçeya Agiriyê Zozanê Sînegê yê têrçêre û menderesên ku li dora Gola Masiyan bi kîlometreyan çivan didin xwe û diherikin, her demsal balê dikişînin.

Zozanê Sînegê û menderesên li dora Gola Masiyan a ku raqima wê 2 hezar û 241 e, li ser platoyên volkanîk in û havînê malbatên koçer dihewînin ku debara xwe bi heywandariyê dikin.

Îsal ji ber ku baran kêm barî, ava menderesên ku di navbera çiyayan da ji geran derbas dibin jî kêm bû.

Di demsala payîzê da dorbera menderesên ku zivistanê spî û havînê jî kesk in, bi piranî hişk bû û çêre lê nema.

Herêma ku konên hin malbatên koçer lê ne, bi droneê ji hewa va hat kişandin.

- Menderes di Çemê Muradê da digihîjin hev

Serokê Beşa Coxrafyayê ya Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Agirî Îbrahîm Çeçenê Doç. Dr. Alperen Kayserili ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, dewrûbera bajêr tijî çiya ne ku ber bi rojhilat-rojava dirêj dibin.

Kayserili destnîşan kir ku li bajêr menderes û çem gelek in û ev jî di Çemê Muradê da digihîjin hev û wiha dewam kir, "Beşek ji çemên ku diherikin Çemê Muradê, demsalî ne. Lê beşeke girîng a çeman jî çemên wisa ne ku herdem dikişin."

Kayserili bal kişand, menderes her demsal herêmên ku lê ne bedew û xweşik dikin ku ev yek ji hêla turîzma va jî tiştekî girîng e.

Kayserili her wiha got, wekî beşa coxrafyayê ew digel xwendekaran dersên xwe carinan li ciyên bi vî rengî dikin û wiha got, "Li ciyên rast û pehn ên nêzîkî golê ji ber ku serbejêrbûn kêm dibe, çem li van deran menderesan xêz dikin û her wiha ji hêla coxrafî û dîtbarî dîmenên pir xweşik derdixin holê."

Kayserili diyar kir, bi tesîra hişkesaliyê asta ava çavkaniyên çemên li bajêr jî daketine.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE