Li Mersinê nanê tenûrê yê herêmê çêdikin û difroşin. Bi saya tenûra wan xelkê Mersinê jî nanê herêmê nas kir. Niha gelek mişteriyên wan jî hene.
Bi hêviya ku ji xwe re karekî peyda bikin jin û mêrê hev, ji Bitlisê koç kirin û hatin Mersinê.
Demeke dirêj bêkar man… Di dawiyê de jî karê ku herî baş dizanin nanê tenûrê yê Bilîsê çêkirin û firotin.
Ji her derê Mersinê bona ku nanê herêmê bistînin mişterî tên tenûra wan û bi germî nanê xwe dikirin.
Bi saya tenûra wan xelkê Mersinê jî ji nanê herêmê gelek hez kiriye.
Ji xeynî Kurdên li xeribiyê gelek mişteriyên wan ên Mersinî jî hene.