Li Midyada Mêrdînê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Civakî ya Jinan; ji bo jin, zarok û kesên astengdar çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de jinan xwarin xwar û seyran kir, zarokan jî bafirok firandin.
Hin ji wan bafirok firandin… Hinekan ji wan jî govend gerandin…
Li Midyada Mêrdînê Komeleya Piştevanî û Aîlariya Civakî ya Jinan; ji bo zarok, jin û astengdaran çalakiyek li dar xist.
Bi vê çalakiyê xwestin him balê bikşînin ser pirsgirêkên astengdaran û tundiya li ser jinan, him jî kêfa zarokan xweş bikin.
Li aliyekî zarokan bi têra dilê xwe lîstin, li aliyê din jî malbatên zarokan rûniştin û li kêfxweşiya keç û kurên xwe mêze kirin.
Gelek rayedarên saziyên dewletê jî ji bo piştgiriyê beşdarî çalakiyê bûn.