Li Midyadê xwendekar lîstikên kevnare yên li ser zeka û stratejiyê hîn dibin. Proje bi pêşengiya navenda perwerdeya gel û dibistana mehmetçik tê bi birêvebirin.
Li Midyadê jî li Dibistana bi navê Mehmetçik li ser xurtkirina zekayê atolyeyek hat vekirin.
Lîstikên kevnare yên wekî, kişik, kûpa zekayê, sûdoku û gelek lîstikên din, hînî zarokan dikin.
Ji bo vê mamoste hatin wezîfedarkirin.
Xwendekarên biçûk di vê atolyeyê de ji xwe re bi kêf û coş dilîzin û zeka û stratejiya xwe xurtir dikin.
Li atolyeyê wê nêzî 30 lîstikên li ser jîrbûn û stratejiyê bên hînkirin.