Li Midyatê çalakiya bo pirtûk xwendinê

Bi saya zarokan malbat jî hînî xwendinê dibin

Li Midyatê çalakiya bo pirtûk xwendinê

Li gundê Sîtê ya girêdayî Midyadê, xwendekarên dibistana seretayî her roj bi hev re seatekê pirtûkan dixwînin. mamoste dixwazin mezinên gund jî ji zarokan hînî xwendinê bibin.

Li gundê Sîtê yê Midyadê piştî dibistan belav dibe xwendekar naçin malê û li baxçe li hev dicivin û pirtûkan dixwînin.

Zarok her roj wisa, ligel mamosteyên xwe seatekê pirtûkan dixwînin.

Midûrê Dibistanê Zekî Kaya dibêje bi saya xwendina pirtûkan, dersên zarokan jî baştir bûne.

Bi saya projeya xwendinê zarok piştî dibistanê wextê xwe bi xwendinê derbas dikin.

Mamoste dixwazin bi saya zarokan malbat jî hînî xwendinê bibin û li malê pirtûkan bixwînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE