Li Midyatê fuara kel û pelên herêmî

Ligel tiştên herêmî; pirtûk, cil û berg û amûrên malê jî tên firotin

Li Midyatê fuara kel û pelên herêmî

Fûara mezin a midyatê dest pê kir. Di qada fûarê de ji xurek û xwarinên herêmî bigrin heta pirtûkan bi sedan berhemên cuda tên firotin.

Bi pêşengiya Şaredariya Midyatê, fûara mezin vebû.

Bi dehan fîrma û esnaf di konê fûarê de dezgeh vekirin.

Di nava kon de pirtûk, amûrên malê, berhemên destçêkirî, cil û berg, xûrek û xwarinên herêmî hene.

Bi saya vê organîzasyonê hemû tiştên herêmî yên Midyatê li qadekê tên firotin.

Fûar dê heta mehekî dewam bike.

Dîroka nûkirinê: 22 Kanûn 2018, 15:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE