Heyva sor a Tirkiyê ji ber hewcedari heye, li Midyada Mêrdînê kampanyaya bexşa xwînê da destpêkirin. Welatiyan him ji bo piştgiriya heyva sor, him jî ji bo tenduristiya xwe xwîn da.
Xwîna di stokên Heyva Sor a Tirkiyê de ji ber tekoşîna li dijî vîrûsa koronayê gelek kêm bû.
Heyva Sor li çar aliyên Tirkiyê kampanyayên bexşa xwînê li dar dixe.
Xebatkarên heyva sor vê carê jî li Midyata Mêrdînê bûn.
Gelek welatî ji bo xwînê bidin çûn Parka Atatürk a li navenda navçeyê.
Nûnerên partiyên siyasî, xebatkarên kamûyê û endamên civaka sivîl jî piştgirî dan kampanyayê.
Di kampanyayê de ji bo nexweşan gelek xwîn hat berhevkirin.