Li Midyata Mardinê ji bo zarokên Dibistana Seretayî ya Gazipaşayê projeyeke alîkariyê hat lidarxistin. Bankayeke taybet jî ji İstanbulê bona 350 xwendekarên biçûk pêlîstok şandin.
Li gelek deverên welêt ji bo xwendekaran projeyên alîkariyê tên lidarxistin.
Li Midyata navçeya Mardinê jî di projeyên bi vî rengî de gelek alîkarî tên belavkirin.
Yek ji wan alîkariyan jî bankayeke taybet kir.
Bankayê ji İstanbulê seba 350 xwendekarên Dibistana Seretayî ya Gazipaşayê gelek cure pêlistok şandin.
Di nav paketan de ji pêlistokan heta cilûbergên zivistanê gelek tişt hebûn.
Di vê projeyê de wê ji bo xwendekarên din jî xebatên wisa bên kirin.