Li Midyatê pêşbaziya kişikê

Li Midyatê gelek xwendekar bi taktîk û stratejiya xwe ketin pêşbaziyê...

Li Midyatê pêşbaziya kişikê

Li Midyada Mêrdînê pêşbaziya kişikê hat lidiarxistin. Di turnûvayê de ji bo kesên serkeftî xelat hatin dayîn.

Li Midyadê wekî 11 salên borî îsal jî bi navê mamosteyê rehmetî Faysal Durmaz pêşbaziya kişikê hat lidarxistin.

Armanc ew bû ku xwendekar xwe di her warî de bi pêş bixin.

Ji gelek dibistanan xwendekarên lîseyê di turnûvayê de bûn dijberê hev.

Di nav bêdengiyeke mezin de xwendekaran gavên xwe avêtin.

Geh ketin stresê geh bikelecan bûn.

Lê wekî her pêşbaziyê tenê çend kes serkeftî bûn.

Ji bo kesên serkeftî kûpa, plaket û alîkariya pere hat dayîn.

Xwendekaran kêfeke mezin ji pêşbaziyê girt.

Dîroka nûkirinê: 27 Cotmeh 2018, 14:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE