Lı Midyatê tehmeke herêmî

Jinên Midyatî him ji bo xwe him jî ji bo firotinê ava simaqan çêdikin

Lı Midyatê tehmeke herêmî

Lı herêma torê ku di navbera Êlihê û Mêrdînê de ye, bi awayekî xwezayî simaq çêdibe. 20 jinên Mîdyadî jî bi pêşengiya ÇETOM’ê ewil van simaqan diçînin û dûvre li malê şîreya wan derdixin. Vê ava simaqê him ji bo xwe çêdikin him jî difroşin.

Navê vê nebatê simaq e û ev bi awayekî xwezayî li herêma Tora Mêrdînê çêdibe.

Jinên Midyadê bi pêşengiya ÇETOMa jî ewil diçin ji xwe re ji darên wan, simaqan diçinin.

Paşê tînin dixin avê û herî dawî jî şîreya şimaqê bi dest dixin.

Ev şîreya şimaqê jî bi temamî xwezayî ye.

Li Midyadê 20 jin hatin cem hev û dest bi vî karî kirin.

Heta niha jinan nêzî hezar şûşe ji xwe re şîre çêkirine û her şûşeyekê jî bi 50 lîreyî difiroşin.

Bi vî awayî him ev jin ji xwe re kar dikin him jî pere qezenç dikin.

Dîroka nûkirinê: 30 îlon 2018, 17:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE