Li Mêrdînê berhevkirina gilyazên Napolyon dest pê kir

Li Mêrdînê berhevkirina gilyazên Napolyon dest pê kir

Li Yeşîlliya navçeya Mêrdînê berhevkirina gilyazên Napolyon yên bi tehma xwe ya xweş va bi salan e li ser navê wê mihrîcan tên lidarxistin, dest pê kir.

Li navçeyê li ser erdekî qasî 3 hezar dekarî çandiniya gilyazan tê kirin û li bendê ne ku îsal hezar ton bê bidestxistin.

Cotkarên gilyazên xwe berhev dikin hema ji kesên ku siparîş dane ra dişînin.

Mehmet Salîh Ozerê li Taxa Koyunluyê vî karî dike ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew li ser erdê bav û kalan bi edeta berê çandiniya gilyazan dike û gilyazên wî hê li ser darê ye tên firotin.

Ozer got ji her aliyê Tirkiyeyê daxwaza kirîna gilyazan tê û li gor par îsal hilberîn kêm e.

Haci Hasan Kaymazê li heman taxê çandiniya gilyazan dike jî got ew gilyazên berhev dike di marketa xwe ya li Qiziltepeyê da difroşe û wiha axivî: "Her sal qasî ku me dixwest çêdibû, lê îsal hinek hişkayî heye. Dîsa jî şikir, pir bi qalîte ye."

- "Yên ku gilyazên me dixwin dixwazin careke din jî bixwin"

Nevin Acuya li navçeyê hilberînê dike jî got dema dibêjin Yeşîllî gilyaz tê bîra mirovan û wiha dewam kir: "Yên ku gilyazên me dixwin dixwazin careke din jî bixwin. Di nav gulanê da gilyazên me çêdibin û em nikarin xwe bi sîparîşan ra bigihînin. Daxwaza kirînê hê di meha sibat û adarê da dest pê dikin. Heta dawiya tîrmehê jî daxwaz tên. Darên me yên li ser eraziyên çiyayî heta dawiya tîrmehê gilyazan didin.""

- Mihrîcana ji ber şewbê 2 sal e nedihat lidarxistin wê îsal bê lidarxistin

Şaredarê Yeşîlliyê Hayrettîn Demir jî got ji ber baranê hilberînê wê îsal zêde çênebe, lê dîsa jî qalîte û tehma gilyazan wek her sal îsal jî baş e.

Demir got mihrîcana gilyazan ya ji ber şewba koronayê 2 sal e nedihat lidarxistin wê îsal cara 16emîn bê lidarxistin û wiha axivî: "22 sal berê me dest bi mihrîcanê kir, lê ji ber pandemî û sedemên din hin caran me li dar nexist. Lê îsal wek ku ew bigihêje armanca xwe em ê bi beşdariyeke zêde mihrîcanê çêbikin."

Demir daxuyand ev gilyaza bi awayekî siruştî tê gihandin xwedî tehmeke cuda ye û wiha dewam kir: "Bi aşîkirina dara kenêrê va ew tê hîlberîn, ji ber vê tehma wê heman tê fêmkirin. Ji hîlberînê zêdetir ji bo tehm û aromaya wê neçe em hewl didin. Îsal li gor salên çûyî qalîteya me heman qalîte ye, lê hilberîn kêm e. Cotkarên me hinekî xemgîn bibin jî, şikir ji Xwedê ra."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE