Li Mêrdînê ji bo kesên ku li malê dimînin bi 3 zimanan konsera îlahiyan

Li Mêrdînê di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da li malê dimînin bi wesayîta servekirî bi 3 zimanan konsera îlahiyan da.

Li Mêrdînê ji bo kesên ku li malê dimînin bi 3 zimanan konsera îlahiyan

Walîtiya Mêrdînê û Şaredariya Bajarê Mezin ji bo kesên ku di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da li malê dimînin bi wesayîta servekirî bi 3 zimanan konsera îlahiyan da.

Ekîba ku ji hunermendên Koma Muzîkê ya Merîdînê ya Akademiya Hunerê ya Şaredariyê pêk tê ji ber meha remezanê ji bo ku moralê bide welatiyên ku ji ber sînordarkirina qedexeya derketina derva nikarin ji malên xwe derkevin bi telîmata Walî û Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin Mustafa Yaman bi 3 zimanan lawij gotin.

Îlahiyên ku hunermendan li navçeya navend a Artukluyê bi otobêsa servkirî li kolan û kuçeyan gotin rastî eleqeyeke mezin hat.

Welatiyên ku derketin pencere û şaneşînên malên xwe bi ekîbê ra lawij gotin.

Walî û Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin Yaman di daxuyaniya xwe da diyar kir ji bo zêdekirina morala welatiyên ku ji ber sînordarkirina derketina derva nikarin ji malên xwe derkevin xebatan didomînin.

Yaman got xebat di çarçoveya daxwaz û memnûniyeta welatiyan dewam dike û wiha axivî: 

"Ekîba me ya ku ji hunermendên Konservatuvara Şaredariya Bajarê Mezin pêk tê ji bo ku moralê welatiyên me yên ku nikarin ji malê derkevin bilind bike Tirkî, Kurdî, Erebî û Suryanikî bi 4 zimanan konser dan. Ji ber ku welatiyên me kêfxweş bûn wek berdewamiya van xebatan dê ekîba me bi wesayîta geştê ya servekirî seranserê meha remezanê îlahiyan bibêjin. Em remezana hemû hemwelatiyên xwe pîroz dikin. Înşeallah em hem bi hev ra ji van demên dijwar xilas bibin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE