Li Mêrdînê mixtarek cara 8emîn hat hilbijartin

Mixtar Kazim Akman: "Ji bilî min tu namzed nebûn. Gundiyên me ji min gelekî hezdikin. Gundiyên me gotin min 'rêvebiriya te baş e, carek din bibe mixtarê me.' Ez jî mecbûr mam û carek din bûm namzed."

Li Mêrdînê mixtarek cara 8emîn hat hilbijartin

Li Omerliya navçeya Mêrdînê Kazim Akmanê (60) mixtarê taxa Tavukluyê cara 8emîn hat hilnbijartin.

Mixtar Akman ev 35 sal in mixtariyê dike. Akman cara ewil di sala 1984an de di 25 saliya xwe de bû mixtar.

Mixtar Akman daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew li taxa Tavukluyê ev 35 sal in mixtariyê dike û wiha axivî: "Gava dest bi mixtariyê kir wê çaxê li gundê me av, ceyran, rê nebûn. Piştî ez bûm mixtar min ceyran anî gund. Piştra bi sondajê av derxist û di sala 1996an jî rêya gund vekir."

Akman got ku nexwest carek din bibe mixtar û wiha axivî:

"Ji bilî min tu namzed nebûn. Gundiyên me ji min gelekî hezdikin. Gundiyên me gotin min 'rêvebiriya te baş e, carek din bibe mixtarê me.' Ez jî mecbûr mam û carek din bûm namzed. Înşellah em ê xebat û xizmeta ku didine gundê xwe bidomînin."

Ji welatiyan Erkan Kartal got ku mixtarê wan bi hemû pirsgirêkên gund re eleqedar dibe û wiha dewam kir:

"Mixtarê me merivek zîrek e. Ji aliyekê ve jî mêşvaniyê dike. Gelek caran ji me re hingiv jî belav dike. Xwedê jê razî be. Em ji şexsê wî memnun in. "

AA

Dîroka nûkirinê: 18 Nîsan 2019, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE