Cotkar îsal ji ber hişkayiyê gilîdar in lê ji bihayê îsal ê genim memnûn in. Li deşta Mêrdînê li gorî salan îsal 150 hezar ton hindik genim hat dirûn.
Sal salewext li benda baranê bûn.Lê barana îsal hindik ket, cotkarên Mêrdînî genimê xwe yê îsal rakirin.
Ji 2 milyon û 500 hezar dekar erdî, îsal 800 hezar ton genim hat dirûn.
Cotkar ji hişkayiyê gilîdar bûn lê bihayê genim li gorî dilê wan e.
Cotkarên ku genim çandin niha wê haziriya mehsûlê duyemîn bikin.