Li Mêrdînê ji bo eyda remezanê bernameya eydaniyê hat lidarxistin û welatiyên Suryanî jî beşdarî bernameyê bûn.
Li Mêrdînê di Navenda Çandê ya Ataturk da bernameya eydaniyê hat lidarxistin.
Metropolîtiyê Mêrdîn-Diyarbekirê Salîba Ozmen, Serkeşîşê Dêra Kirklarê Gabrîel Akyuz û mensûbên cimaeta Suryaniyan jî beşdar bûn.
Walî Mahmut Demirtaş diyar kir, eydaniya piştî şewbê ew kêfxweş kirin, welatî jî rehet bûn.
Demirtaş daxuyand ku wan bîra van rojan kiribû û eyd di nava hizûrê da derbas dibe û wiha dewam kir, "Ji aliyekê va pandemî derbas bû, ji aliyekê va jî bi taybetî dijî rêxistinên terorê li deverên çiyayî operasyonên serkeftî hatin kirin û encamên cidî hatin bidestxistin. Mêrdîna me bû bajarekî aramî û ewlehiyê. Hemd ji Xwedê ra di eydê da hizûra me heye. Me hemû tevdîrên xwe yên trafîkê hildan."
Fermandarê Tûxaya Peyadeyan a Mekanîze ya 70emîn Tuxgeneral Burhan Aktaş, Fermandarê Cendirmeya Bajêr Tuxgeneral Coşkun Sel, Midûrê Ewlehiya Bajêr Mahmut Karabulut, Endamê MKYKya AK Partiyê Orhan Mîroglu, nûnerên saziyên qamûyê û saziyên civaka sivîl û welatî beşdarî bernameyê bûn."AA