Li Mûşê bi berfhelînê ra hin zevî di bin avê da man

Bi berfhelînê ra hin zeviyên li Deşta Mûşê di bin avê da man

Li Mûşê bi berfhelînê ra hin zevî di bin avê da man
GALERIYA NÛÇEYÊ
Bihara li deşta Muşê

Bihara li deşta Muşê

Li Mûşê bi berfhelînê ra hin zevî di bin avê da man.

Li bajarê ku germahiya hewayê zêde bû, ji ber helîna berfê li Deşta Mûşê teqalên mezin ên avê çêbûn.

Hin welatî û wênegir çûn deverê ku wêneyên dîmenên zeviyên di bin avê da bikişînin.

Doktorê Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwan Bidlîsê Abdul Ridvan Kulu ku ji kişandina wêneyan hez dike, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, gava ew ji bo wênekişandinê ji Bidlîsê diçû Mûşê, wî dît ku zeviyên li deştê di bin avê da mane.

Kulu got ku wî xwest vê bedewiyê qeyd bike û wiha dewam kir, "Me wêneyên rengvedanê yên pir xweş kişandin. Deşta Mûşê di vê serdemê da ji bo kişandina wêneyan bedewiyên pir newaze pêşkêş dike. Bi berfhelînê ra dîmenên pir sipehî çêbûne. Me jî hewl da van bikişînin. Me wêneyên xweşik kişandin."

Zeviyên di bin avê da mane bi droneê hatin kişandin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE