Li Mûşê bêrîvaniya koçerên li zozanên dest pê kir

Koçer di seranserê sezonê da şîr û berhemên şîr ên ku bi dest dixin, difiroşin û jê dahatê werdigirin.

Li Mûşê bêrîvaniya koçerên li zozanên dest pê kir

Tatêla pezdotinê ya koçerên ku piştî dinya germ bû û pezê xwe ji parêzgehên germ ên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê anîn zozanên Mûşê, dest pê kir.

Koçerên ku piştî rêwîtiyeke dijwar a bi qasî mehekê xwe bi zozanên Şênê û Çiyayê Kozmayê ra gihandin, pezê xwe tînin ber bêriyê û didoşin.

Koçer di seranserê sezonê da şîr û berhemên şîr ên ku bi dest dixin, difiroşin û jê dahatê werdigirin.

Beşir Baksalê ji Batmanê hat Şenyaylayê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ji ber baranê wan nû dest bi dotina pez kir.

Baksal got ku ew havîna xwe li zozanên hênik ên Mûşê derbas dikin û wiha got, "Bi rastî divê me du meh berê li vir dest bi dotinê bikira. Mixabin îsal nebû. Ji şîr em berhemên şîr digirin. Em ê bi qasî 4 mehan li zozanan bimînin. Em heywandariyê di şertên giran da dikin. Yekane deriyê debara me ev e. Lewma em mecbûr in bikin."

Tahir Çoban ê heywandar ê ji Sêrtê hatiye Çiyayê Kozmayê jî wiha got, "Em sibe û êvarê pez didoşin. Me dotina ewil a salê da destpêkirin. Qedera hezar serî heywanên me hene."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE