Li Mûşê çêkirina peqleweyan dest pê kir

Li Mûşê çêkirina peqleweyan dest pê kir

Li Mûşê hosteyên peqleweyan van rojên ji Eyda Remezanê ra hindik maye ji bo siparîşan bigihînin gelekî dixebitin.

Hosteyên ku ji bo siparîşan bigihînin gelekî dixebitin şêraniyên wek peqlewe, qedayîf, gullaç, şekerpare û tulumbayan pêşkeşî welatiyan dikin.

Veysel Okşaşê dikana wî ya şêraniyê heye got ji ber ku ji eydê ra hindik maye sîparîşên wan zêde bûn.

Okşaş got ew rojê sîparîşa 250 tepsî peqleweyê hildidin û wiha axivî: "Em gelekî dixebitin. Bila welatî siparîşên xwe ji roja dawîn ra nehêlin. Ji bo em xizmeteke baş bidin wan divê ew siparîşên xwe zûtir bidin."

Ji mişteriyan Suzan Çevîkelê jî got ji bo ku ew şêraniyê bide mêvanên xwe wê zûtir siparîş daye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE