Koçerên ku piştî germbûna dinyayê hatin Mûşê, derketin zozanên bilind û pezê xwe diçêrînin.
Koçerên ku ji parêzgehên havîna wê germ derbas dibe tên, tevî ciyên bilind ên navçeyên Bulanix û Vartoyê, konên xwe li zozanên li deverên Şênê û Çiyayê Kozmayê danîn.
Zozanvan havîna xwe li van deverên bilind derbas dikin, ji şîrê pez zexîreya xwe digirin û her wisa berhemên şîr jî difiroşin û pê debara mala xwe dikin.
Muharrem Erdenciyê şivan diyar kir, ew tevî qedera hezar serî pez ji Diyarbekirê bi rê ketin û di 11 rojan da gihîştin Çiyayê Kozmayê.
Erdenci bal kişand ku ew ê li zozanan 5 mehan bimînin.
Heywandar Abdurrahman Ok ku ji Nisêbîna Mêrdînê hat devera Şênê jî destnîşan kir ku ev 25 roj e ew tevî heywanan di rê da ne.
Ok bal kişand ku zozanên Mûşê bi adan in û wiha dewam kir:
"Em qederekê li Şênê dimînin û dû ra em derbasî zozanên navçeya Bulanixê dibin. Em li vir qedera 5 mehan dimînin. Em berhemên şîr difiroşin û pê debara mala xwe dikin. Pîşeya me dijwar e lê karekî me yê din tuneye."
AA