Li Mûşê hejmara heywanan gihîşte milyonek û 409 hezar hebî

Aydinê Midûrê Çandinî û Daristanan ê Mûşê daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku li Mûşê heywandarî ji bo debarê girîng e.

Li Mûşê hejmara heywanan gihîşte milyonek û 409 hezar hebî

Li Mûşa ji navendên heywandariya welêt bi saya piştgiriyên tên dayîn va hejmara heywanan derkete milyonek û 409 hezarî.

Mehmet Aydinê Midûrê Çandinî û Daristanan ê Mûşê daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku li Mûşê heywandarî ji bo debarê girîng e.

Aydin destnîşan kir ku li 325 hezar serî dewar û milyonek û 84 hezar jî pez hene û wiha pê da çû: 

"Li Tirkiyeyê di mijara heywandariyê da em di rêza 14, 15an da ne. Bajarê me ji bo heywandariyê kêrhatî ye. Ji hêla mêrg, erdê zeytûn, cotkariya dexl û denê jê yêm çêdikin, ket, koringeyê va potansiyela bajarê me baş e. Sala par 305 hezar serî dewar hebûn îsal hejmar derket 325 hezar serî dewarî. Ji sedî 7-8 hejmar zêde bû. Par milyonek û 40 hezar pezê me hebû îsal hejmar derkete milyonek û 84 hezarî."

Aydin diyar kir ku her sal ji heywandariyê 5 milyon lire pere tê bajêr, bi piştgiriyên tên dayîn va her sal heywandarî pêş dikeve.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE