Li Mûşê heywandar pezê xwe li ser dirûngeyê alif dikin

Li gundê ku bi barîna berfê spîçîl bû, heywandar berfê pêpes dikin, dikin dirûnge û li ser rojê du dan pez alif dikin. 

Li Mûşê heywandar pezê xwe li ser dirûngeyê alif dikin

Li Mûşa ku yek ji navendên girîng ên heywandariya Tirkiyeyê ye, heywandar berfê pêpes dikin, dikin dirûnge û li ser pez alif dikin.

Li gundê Yukariyongaliyê yê li ser navendê, heywandarên ku debara wan bi tenê pezxwedîkirin e, di şertên giran ên hewayê yên herêmê da alifkirina ajalên xwe paşguh nakin.

Li gundê ku bi barîna berfê spîçîl bû, heywandar berfê pêpes dikin, dikin dirûnge û li ser rojê du dan pez alif dikin. 

Şêniyê gund Suleyman Aslan ji rojnamegeran ra diyar kir, heywandarî zivistanê zehmettir e.

Aslan bal kişand ku gundê wan salê 6 meh di bin berfê da dimîne û wiha dewam kir, "2 roj e timî berf dibare. Sibê zû dema em radibin, em pêşiyê li ber gomê berfê pêpes dikin, dikin dirûnge û alifê pez li ser datînin. Em rojê du danan pez alif dikin. 15 heywandarên gund çûn Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ku zivistanê germ e. Em 6 mehan heywanan li ser berfê alif dikin û ev yek jî pir zehmet e."

Mustafa Yonden jî diyar kir ku ew 5 mehan pezê xwe li ser berfê alif dikin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE