Li Mûşê, federasyona kişikê û meclîsa ciwanan a şaredariyê li kolana herî mezin maseyên kişikê danîn. Ji zarokan heta mezinan gelek mûşîyan bi hev re kişik lîst.
Şaxa Federasyona Kişikê ya Mûşê û Meclisa Ciwanan a Şaredariyê, li kolana herî sixlet a bajêr çalakiya kişikê çêkir.
Li ser peyariya herî mezin a bajêr maseyên kişikê danîn, biç3uk û mezin gelek welatiyan jî bi hev re kişik lîst.
Endamên federasyonê ji bo ku balê bikşînin ser kişikê ev çalakî li dar xistin.
Kêfa millet zahf ji kişika li ser kolanê re hat. Wan xwest ku çalakiyên bi vî rengî her tim bên çêkirin.