Li Mûşê komeleya alîkariya civakî ya heyva şîn konfeksiyoneke xêrê vekir. Malbatên hewcedar li gorî îhtiyacên xwe, ji wir bêpere cil û bergan digirin.
Li Mûşê ji bo alîkariya civakî xizmeteke xweş dest pê kir.
Komeleya Alîkariya Civakî ya Heyva Şîn ji bo malbatên hewcedar û feqîr konfeksiyoneke bêpere vekir.
Di konfeksiyonê de ji cil û bergan bigirin heta pêlavan gelek tişt hene.
Malbatên ku îmkanên wan kêm in, dikarin li gorî îhtiyacên xwe ji wir cil û bergan û tiştên din bigirin.
Xelkê Mûşê dibêje: “Li memleketê me gelek kesên neçar hene. Ji bo alîkariya wan jî xizmeteke wirga gelek baş e.